Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şe'bî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şe'bî Falih Feyaz û Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Ebdulemîr Yaralla kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şe'bî Falih Feyaz û Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Ebdulemîr Yaralla kir.

Îro yekşemê 4ê Cotmeha 2020an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şe'bî Falih Feyaz û Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Ebdulemîr Yaralla kir.

Di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên Iraq û herêmê û girîngiya hemahengiya ewlehî hat gotûbêjkirin ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Herwiha di civînê de tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûrê hat kirin.