Mesrûr Barzanî li Parlemanê puxteyekê derbarê pêngavên çaksaziyê û çend pirsên din pêşkêş dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî îro demjimêr 10:00 beşdarî civîna Parlemana Kurdistanê dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî îro demjimêr 10:00 beşdarî civîna Parlemana Kurdistanê dibin.
Li gor karnemaya civînê, di civînê de behsa pêngavên cibicîkirina yasaya çaksaziyê di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybet pêngavên cibicîkirina yasaya çaksaziyê di mûçe, dermale, bexişîn, îmtiyazat û xaneşînê li Herêma Kurdistanê tê kirin. Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de puxteyekê derbarê pêngavên çaksaziyê, danûstandinên Hikûmeta Herêmê ligel Hikûmeta Federalî, rûbirûbûna Koronayê û çend pisên din pêşkêş dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi piştbestin bi madeya 66 a Birgeya Duyem ji Peyrewa Navxwe ya Parlemana Kurdistanê di çend rojên bûrî de, bi nivîseke fermi daxwaz ji Parlemana Kurdistanê kir, rûniştineke taybet rêk bixe, ji bo li Parlemanê hûrgiliyên derbarê pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û navçeyê pêşkêş bike.