Mesrûr Barzanî: Çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kartan li xwe digire
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di civîna îro ya Parlemana Kurdistanê de, raportek derbarê pêngavên cibicîkirina proseya çaksazî û projeyên hikûmetê pêşkêş kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di civîna îro ya Parlemana Kurdistanê de, raportek derbarê pêngavên cibicîkirina proseya çaksazî û projeyên hikûmetê pêşkêş kir û ragihand, çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kartan li xwe digire.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Xwe bi bextewer dizanim ku îro hatime Parlemana Kurdistanê ji bo çend babetên ji Parleman û raya giştî re cihê girîngiyê ne pêşkêş bikim. Bêgûman Parlemana Kurdistanê wek dezgeheke rewa û rewa û bilind a destûrî ye, her dem ji me re cihê rêzê ye. Piştî sûndxwarin û destbikarbûna me di kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê de, me pêwendiyên bihêz ligel Parlemanê û desthiltên din ên Herêma Kurdistanê hebû ku bandora wê ya erênî li ser cibicîkirina karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê hebû.”
Got jî: “Berawird ligel xuleyên berê yên Parlemanê, di kabîneya nehem a Hikûmetê de me zêdetir wezîr û berpirsên hikûmî şandin Parlemanê û civînên komîteyên Parlemanê, li ser bingeha şefafiyetê bi erkê xwe dizanin rastiyan ji xelkê xwe re bibêjin û dûr ji hemû mozayediyekê, berdewam dibin bi çaksaziyê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Di demeke nêzîk de, Encûmena Wezîran raporteke taybet û tije hûrgilî derbarê yasaya çaksaziyê dişîne Parlemanê.”
Mesrûr Barzanî amaje bi wê da: “Di heyama salekê ya destbikarbûna kabîneya nehem, Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhan tûşî çend qeyranên tendirustî û aborî bûne. Belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê û şandina beşa budceya Herêma Kurdistanê, bandor li ser hemû beşên jiyanê dirust kiriye. Tevî hemû wan qeyranan, lê em bi cibicîkirina projeyên stratejî ranawestin û li gor karîna darayî ya li ber dest berdewam dibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand jî, divê bi berçavgirtina vê rewşa dijwar a tendirustî û darayî ya hatiye pêş, karê hikûmetê bê nirxandin.
Mesrûr Barzanî derbarê proseya çaksaziyê de got: Her ji destpêkê ve, me bi girîngî kar li ser çaksaziyê kir, lê çaksazî proseyeke berdewam e û bi şev û rojekê bi dawî nabe. Belkû berdewam dibe û hemû kartan li xwe digire. Me li ser çend astên cuda dest bi çaksaziyê kiriye ku li ser du beşên sereke tên dabeşkirin: Çaksaziya darayî û çaksaziya kargêrî.