Qûbad Talabanî spasî li Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê kir!
Cîgirê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di kombûna îro ya parlamentoya Kurdistanê de axaftinek pêşkêş kir.
Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di kombûna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de axaftinek pêşkêş kir.
Parlamento îro ser daxwaza Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kom bû. Barzanî kar û projeyên xwe yên heta niha di kabîneya 9'emîn de anîne cî pêşkêş kirin. Qûbad Talabanî jî axaftinek pêşkêş kir.
Talabanî di destpêka axavtina xwe de ji bo kombûnê spasî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got, "Kobûnên wiha dê peywendîyên navbera hukûmet û parlamentoya Kurdistanê xurttir bikin. Spasiyên taybet li Mesrûr Barzanî dikim ji ber ku ew karî bi hûrî bersiva hemû pirsan bide."
Qubad Talebanî li ser têkiliyên d navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa danûstandinan û kirîza darayî (malî) ya Iraqê bi giştî kir û got:
"Tenê rojek piştî sondxwarina qanûnî me civîn pêk anî û em bi şandekê çûn bexdayê. Me bi zelalî û aşkira diyar ku em dixwazin têkiliyeke nû bi Bexdayê re pêk bînin. Daxûyaniya Hewlêrê jî bi erênî bû. Piştre Hukûmeta Federal a Bexdayê şendek şand hewlêrê.
Em li welatekî ne ku krîz û pirsgirêk di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de hene. Çareserkirina pirsgirêkên Herêmê (Kurdistan) tenê bi rêkeftina li gel Bexdayê çareser dibin. Lêbelê di vê rewşê de Iraq nikare hemû pirsgirekan çareser bike. Ji ber ku nikare pirsgirekên xwe jî çareser bike.
Krîza Iraqê ji çareseriya zêdekirina dahatên petrolê û xalên sînorî gelek kûrtir e. Çareseriya li pêş me tenê eve: Di warê bi cihanîna çaksazî (reform) û guherîna sîstema rêveberiya darayî (malî)."