Lavrov: Çalakiyên Amerîkayê, dibe ku di pirsa Kurdî de teqîneke cidî derxe holê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar dike; dibe ku çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar dike; dibe ku çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî veke û dibêje: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin.”

Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de li ser hebûna Amerîkayê ya li rojavayê Kurdistanê axivî.

Lavrov dibêje; çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî vedike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî qayîl bikin ku îtiraz nekin. Di vê rewşê de mijar tenê bi Sûriyê ve girêdayî nîne, girêdayî pirsa Kurdî ye, pirsa Kurdî dibe ku wisa cidî biteqe ku em van rojan bigerin.”