Li Efrînê teqîn!

Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombekirî teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombekirî teqiya.

Li navenda Efrînê wesayîteke bombekirî hat teqandin.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta niha, li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.