Tirkiye bo cara 37emîn çiyayê Metîna bombebaran dike
Firokeyên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKKê, îro 3 caran çiyayê metîna bombebaran kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKKê, îro 3 caran çiyayê metîna bombebaran kir. Di heyama 2 salan de ev cara 37emîn e Tirkiye wê navçeyê bombebaran dike.
Cihê îro hatiye bombebarankirin, dikeve nêzîkî gundên Guhzer û Belave yên devera nihêlê. Ji encama giranî û tundiya bombebaranê jî, navçe ji xelkê wê navçeyê re bûye cihekî metirsîdar.
Welatiyê gundê Belave Faîq Xalid ji K24ê re got: “Bombebaranê ziyan gihaniye xaniyên me û ji tirsa bombebaranê jî nikarin ji derdora gundê xwe dûr bikevin.”
Diyar kir jî, niha werzê komkirina berhemên çiyayî ye, lê ew nikarin derkevin çiyayan û berhemên bihîv û qezwanan berhev bikin.
Ji ber bombebarana Tirkiyê, 32 kesên sivîl di çend salên bûrî de li wê deverê şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne.
Faîq Xalid dibêje, bi 3 carên bombebarankirina îro re, ev dibe cara 37emîn ku Tirkiye bi sedema hebûna PKKê çiyayên deverê bomebebaran dike.