Qubad Talebanî pêşwazî li şanda Amerîkî kir

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê David Copley û şanda ligel wî kir.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê David Copley û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de bi beşdariya Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller, li ser hejmarek pirs û mijaran gotûbêj hat kirin û li ser rewşa Iraq û herêmê axivîn û tekezî li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Herwiha di civînê de Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê David Copley amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî jî di warên bazirganî û veberhênanê de.

Li hember wî, Qubad Talebanî pesnê alîkariyên ewlehiyê yên Amerîkayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê da, bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêmê jî, bo şanda mêvan ronî kir, herwiha li ser pêşhatên herî dawî yên gotûbêjên navbera Herêm û Bexdayê axivî.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi rêya rêkeftineke giştgîr û stratejîk li ser bingeha destûrê kir.