PDK-S xalên astengiyê yên diyaloga Kurdî aşkere dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) tekeziyê li ser berdewamiya diyaloga Kurdî dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) tekeziyê li ser berdewamiya diyaloga Kurdî dike û radigihîne, tevî astengiyan, diyalog ji bo hevbeşiyeke rasteqîne berdewam e.

Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya mehane belav û tê de tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de kir û ragihand: “Danûstandin di navbera her du aliyan de berdewam in.”

Polîtburoya PDK-Sê xalên astengiyê yên li pêş diyalogê derdikevin aşkere kirin: Pirsên girtî û revandiyan, leşkeriya neçar, perwerdeyê, sepandina bacan li welatiyan û babeta ewlehî û berevaniyê ne.

Diyar kir jî: Piştî ENKS û PYNKê li ser belgenameya Nerîna Siyasî û pirsa Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin, gelek welatên bihêz wek Fransa, Almanya û Brîtanya piştevaniya xwe ji van danûstandinên ku bi serperiştiya Amerîka tên kirin, nîşan dan.

Polîtburoya PDK-Sê tekez dike: “Em wek PDK-Sê, bi riya ENKSê re piştevaniya xwe ji bo serxistin û serkeftina van danûstandinan tekez dikin, bi awayekî ku hevbeşiyeke rasteqîne di navbera her du aliyan de pêk were û bikeve berjewendiya yekrêziya kurdî û helwesta wê ya siyasî.”

Ji heyama zedetir ji 7 mehan e, ENKS û PYNK danûstandinan dikin û niha danûstandin di qonaxa sêyemîn de berdewam in. Di qonaxa yekem de li ser Nerîna Siyasî û di qonaxa duyem de jî li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirin.

Niha qunaxa sêyemîn a danûstandin e. Çavdêr dibêjin, ev qonaxa herî giring û zehemt e, ji ber ku danûstandin li mijarên wek leşkerî û tevlîbûna ENKSê di nava rêveberiyê de tên kirin.