HSDê 2 endamên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê desteser kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de 2 endamên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de 2 endamên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê desteser kirin.

Navenda Hevhengî û Operasyonên Leşkerî ya HSDê li twittera xwe belav kir, yekîneyên taybet ên HSDê li gundewarê Dêrazorê di operasyonekê de karîn 2 endamên DAIŞê desteser bikin.

Diyar kir jî, ji bo parastina sivîlan û peydakirina aramiyê li navçeyê, ewê di operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê de berdewam bin.

Berî du rojan jî yekîneyên HSDê 8 endamên DAIŞê li gundê Zibyan a Dêrazorê desteser kiribûn, di nava wan de 2 kes serkirde bûn.

HSDê bi piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji roja 25ê Îlona bûrî ve li gundewarê Dêrazorê li nêzîkî sînorê Iraqê dest bi operasyoneke leşkerî kiribû.