Li Herêma Kurdistanê hejmara mirina bi Koronayê 1900 kes derbas kir
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 29 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 29 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 886 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 358 kes li Hewlêrê, 176 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê û 303 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne. Herwiha 566 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 29 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 15 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyan, 1 li Raperîn, 6 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 52756 (Hewlêr: 19468, Silêmanî: 17047, Duhok: 14343, Helebce: 1898)
Mirin: 1906 (Hewlêr: 589, Silêmanî: 972, Duhok: 301, Helebce: 44)
Başbûn: 33312 (Hewlêr: 15008, Silêmanî: 10541, Duhok: 5961, Helebce: 1802)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.