Rojnamevanekî kurd di şerê Azerbeycanê û Ermenistan de birîndar bû
Rojnamevanekî kurd di şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ligel 3 hevkarên xwe yên Fransî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanekî kurd di şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ligel 3 hevkarên xwe yên Fransî birîndar bûn.
Alan Keval ku welatiyê Fransayê ye û kar ji bo rojnameya “Le Monde” kar dike, ligel 3 hevkarên xwe di topbaranekê de li bajarê Marton ê Qerebaxê birîndar bûn.
Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihand, Alan Keval û hevkarên wî, piştî birîndar bûn, ji bo nexweşxaneyê û niha rewşa wan ya tendirustî cîgir e.
Alan Keval rojnamevanekî kurd e û diya wî fransî ye. Pêştir ji bo romalkirina şerê li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê bû.