Hikûmet raporta sê mehan a çaksaziyê dişîne parlementoyê

Encûmena Wezîran biryar da, raporta sê mehan a cîbicîkirina yasaya çaksaziyê bişîne parlementoyê.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran biryar da, raporta sê mehan a cîbicîkirina yasaya çaksaziyê bişîne parlementoyê û herwiha Wezareta Darayî û Aborî hat raspardin ku xwe ligel xişteya mehane ya dayîna mûçeyan a ji aliyê hikûmeta federalî ve, biguncîne.

Îro çarşemê 7ê Cotmeha 2020an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane encam da.

Di destpêka civînê de li ser rêkxistina xişteya mehane ya dayîna mûçeyan hat gotûbêjkirin, li ber xweguncandina ligel xişteya mehane ya xerckirina beşek ji heqên darayî yên Herêmê ji aliyê hikûmeta federalî ve. Ji bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Abor raspard ku rêkarên îdarî û darayî yên pêwîst li ser vê mijarê pêk bîne.

Piştre di birgeya duyem a civînê de, Dr. Ebdulhekîm Xesro, Sekreterê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê, raporta sê mehên ewil ên ketine warê cîbicîkirina yasaya çaksaziyê ya hejmara 2 ya sala 2020an diyar kir, ku tê de biryar û peyrew û rênima û pêngavên cîbicîkirina yasayê hatine eşkerekirin.

Herwiha Dr. Ebdulhekîm Xesro plana hikûmetê ya ji bo pêngavên dahatû yên cîbicîkirina beşên din ên yasaya çaksaziyê ji aliyê wezaret û saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, eşkere kir.

Encûmena Wezîran biryar da ku di demeke nêz de raportekê bişîne Parlementoya Kurdistanê weke ku Serokê Encûmena Wezîran di raporta xwe de li ber parlementoyê amaje pê kiribû.