Li bakur bandora koronayê li ser firotina pirtûkên Kurdî çawa bû?

Rêvebirên weşanxaneyan di serdema pandemiyê de, rewşa pirtûk û berhemên bi Kurdî li bakurê Kurdistanê nirxandin.

 

Diyarbekir (K24) - Rêvebirên weşanxaneyan û xwîneran li Diyarbekirê, di serdema pandemiyê de, rewşa pirtûk û berhemên bi Kurdî li bakurê Kurdistanê nirxandin. Li gor dîyardeyan, di serdema pandemiyê de, hem hilberîna berheman hem jî xwendin û firotina pirtûkên Kurdî zêde bûne.

Nexweşîna korona li ser zêdetir beşên civakî bandorên neyînî kiribe jî, li ser berhemdayîna nivîskaran û xwendina welatiyan jî bandorên erênî kirine. Li gor lêkolîna ku ji aliyê Diyarnameyê ve hatiye kirin, îsal 25 weşanxaneyên Kurdî, bi tevahî 252 pirtûk çap kirine û li gor sala borî berhemdayîn teqrîben %10 zêde bûye.

Rêvebirê PirtûkaKurdî Bawer Berşev tîne ziman ku asta firotina pirtûkên Kurdî bi dilê wan nebe jî û coronayê li hin weşanxaneyên biçûk bandorên neyînî kiribe jî, dema herî zêde pirtûk hatine firotin serdema ku ji ber pandemiyê qedexe hatine ragihandin bûye.

Bawer Berşev diyar kir: “Di destpêka pandemiyê de, teqrîben 10-15 roj kar rawestiyabû û welatî bêtir ketibûn derûniya paqijiyan û tirsa coronayê. Lê paşê dema ku qedexe dest pê kirin, rewş ji aliyê pirtûkfroşî ve baş bû. Weşanxaneyên me jî, ji çend yên mezin bêtir, gişt ji wan niha ketine rewşeke ne baş ku nikarin pirtûkên xwe çap bikin.”

Li gor diyardeyan herî zêde pirtûkên zarokan û fêrkariya Kurdî, di firotinê de, rêza yekem de ne û piştî wan jî roman, çîrok û berhemên din tên.

Kenan Taş ku mamosteyê dîrokê ye jî, ji bo 2 pirtûkan bikire hatiye pirtûkxaneya Kurdî û dibêje ku li gor civaka Kurd, xwendina berhemên Kurdî kêm in û ew jî hewl dide zêdetir bi Kurdî bixwîne.

Kenan Taş destnîşan kir: “Herî dawî min seta Yaşar Kemal xwend û beriya wî jî 4-5 pirtûkên Îsmaîl Bêşîkçî ku ji Tirkî bo Kurdî hatine wergerandin. Nivîskarê ku ez herî zêde ji pirtukên wî hez dikim Mehmet Uzun e. Ez îro jî ji bo Baba Tahîrê Uryan hatim pirtûka helbest yanî çarînên wî û pirtûka Selîm Temo ya li ser Kurdên Xorosanê ku pirtûkeke li ser dîrokê ye û baş e.”

Dîsa li gor lêkolîna Diyarnemeyê îsal jî bi 67 berheman herî zêde pirtûkên helbestan hatine çapkirin û nivîskar Newaf Mîro ku li Ewrûpayê dîjî jî bi heft pirtûkên xwe yên nû, nivîskarê ku îsal herî zêde berhemên wî yên nû hatiye çapkirin e.