Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Şêx Salar Hefîd dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a Silêmaniyê Şêx Salar Hefîd, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a Silêmaniyê Şêx Salar Hefîd, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand: “Bi mixabinî, nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a bajarê Silêmaniyê Şêx Salar Hefîd bihîst. Pirse û serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê jî bide kesûkar û malbata wî.”