Serok Barzanî û Konsolê Fransayê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê de hatin kirin. Her wiha ronahî hate xistin li ser wan gefên ewlehiyê û astengiyên ku li ber proseya siyasî ya Iraqê hene.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Konsolê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostaniya û pêwendiya dualî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.