Li Herêma Kurdistanê 31 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 31 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 31 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 793 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 281 kes li Hewlêrê, 166 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 31 kes li Raperîn, 265 kes li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne. Herwiha 338 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 31 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 13 kes li Silêmaniyê, 6 li Raperîn, 4 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 53549 (Hewlêr: 19749, Silêmanî: 17370, Duhok: 14608, Helebce: 1922)

Mirin: 1937 (Hewlêr: 593, Silêmanî: 991, Duhok: 305, Helebce: 48)

Başbûn: 33650 (Hewlêr: 15113, Silêmanî: 10584, Duhok: 6123, Helebce: 1830)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.