DUHOK – Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî hat şehîdkirin

Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Gelîkî piştî birîndarbûna bi gulleyekî nîşangir, jiyana xwe ji dest da.

Duhok (K24) – Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Gelîkî piştî birîndarbûna bi gulleyekî nîşangir, jiyana xwe ji dest da.

Vê êvarê 8ê Cotmeha 2020an, Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Gelîkî bi malbata xwe re serdana gundê Alîxan ê li sînorê nahiya Kanî Masî kiribû û li wir ji aliyê çend çekdarên nenas ve, bi çeka nîşangir hat birîndarkirin.

Piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke li navçeya Zaxoyê, jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê, Serbest Akreyî, Rêveberê Nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Zaxoyê, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hêj encamderên vê tawanê nehatine nasîn û dest bi lêkolînan hatiye kirin ji bo dîtina tawanbaran û eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê.”