HSD bang li dezgehên navneteweyî dike!

HSD roja pênşemê êriş şermezar kirin. Tirkiye û hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve sûcdar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî 2 rojan li El Babê bombeyek teqiya û 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxûyaniyekê ev bûyer şermezar kir.

Çavdêrxaneya Sûriyeyê ya Mafê Mirovan a Brîtanyayî (SOHR), ragihandiye ku di encama êrişê de herî kêm 18 kesan canê xwe ji dest dane û 75 kes jî birîndar bûne.

Dewleta Tirkiyeyê, Yekineya Parastina Gel (YPG) tometbar kir û îdîa kir êrişê dibin ser herêmên li bin dagirkeriya wan de.

Lêbelê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) roja pênşemê êriş şermezar kirin. Tirkiye û hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve sûcdar kirin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxûyaniya xwe de wiha dibêje: 

"Em wekî Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD), ji van bombebaranan re aliyên tundrew berpirsiyar dibînin. Ev kiryarên terorî derfetê didin fraksiyonan ku rol û hebûna xwe li hundurê bajarên dagirkirî vegerînin û xurt bikin. Her weha, em vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dikin. Bangî dezgehên navneteweyî dikin ku komîteyên lêpirsîna navneteweyî yên pispor ava bikin. Da ku lêkolîn bikin. Lêpirsîna hewce bikin û rastiya van bombebaranan aşkira bikin da ku bê zanîn ka kî li pişt van kiryaran in."