Ji ber nebûna asayîş û aramiyê malbatên Kurd venagerin cih û warên xwe
Nêzîkî 1000 malbatên awarekirî yên Kurd, red dikin ku vegerin devera Se'diye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Kurd li parêzgeha Diyale, ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ragihand; ji ber sedemên ewlehî û tinebûna xizmetguzariyan, nêzîkî 1000 malbatên awarekirî yên Kurd, red dikin ku vegerin devera Se'diye ku 60 kîlometre ji bajarê Baqube dûr e.
Jêderê ku ji malpera Şefeq News re axiviye, diyar kiriye: “Nêzîkî 2000 malbatên Kurd ji nahiya Se'diye di navbera salên 2007-2014an de ji ber gefên komên terorîst û xirabiya xizmetguzariyan aware bûbûn.” Herwiha eşkere kiriye ku zêdetirî 1000 malbat ji aliyê debar û xizmetguzariyan ve, xwe li deverên Xaneqîn û parêzgehên Herêma Kurdistanê guncandine û naxwazin careke din vegerin nahiyeyê, ji ber tinebûna xizmetguzarî û neseqamgîriya ewlehiya deverê.
Li gor amarên nîvfermî, hejmara Kurdan li nahiya Se'diye di kêmbûnê de ye û ji 4000 malbatan daketiye nêzîkî 1500 malbatan.
Jêderê ku ji malperê re axiviye, destnîşan kiriye ku Kurd di sala 1957an de rêjeya %80ê nişteciyên nahiyeyê pêk dianîn, lê niha rêjeya wan %10 derbas nake. Ev jî di encama derkirina bi zorê ji aliyê rejîma berê û karê kuştin û koçkirina wan bi awayekî rêkxistî ji aliyê paşmayiyên rêxistina El Qaîde ku di sala 2007an de dest pê kiribû.
Nahiya Se'diye li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyale ye û yek ji deverên germ ên ewlehiyê ye û çend salên borî çendîn bûyer û binpêkirin li wê derê hatine kirin.