Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê peywendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette îro înê 9ê Cotmeha 2020an peywendiyeke telefonî encam dan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette îro înê 9ê Cotmeha 2020an peywendiyeke telefonî encam dan.

Di peywendiya telefonî de li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat gotûbêjkirin, bi taybetî derfetên veberhênana kompaniyên Amerîkî di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de bi cûreyekê ku di berjewendiya her du aliyan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariya Amerîkayê kir ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji hemû aliyan ve.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşvebirina zêdetir a veberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî de.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke girîng ji bo veberhênanê li hemû deverên Iraqê.