Derheqê rêkeftina Şingalê de peyamên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî
Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê rêkeftinek îmzekirin.
Hewlêr (K24) - Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê rêkeftinek îmze kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dilxweşiya xwe ji bo rêkeftina di navbera Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Hukuma Federal a Iraqê de diyar kir.
Dûh li Bexdayê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftina Şingalê hat îmzekirin. Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di kombûnê de bû.
Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyekê de jiber çareseriya aştiyane a Şingalê pîrozbahî li hukûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Hat xuyakirin ku welatê wan piştevanîya bi cihanîna rêkevtinê dikin. Da ku hem ji herêma kurdistanê re û hem jî ji Iraqê re aramî pêk bê.
Her wiha Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Iraqê daxûyand, "UNAMI pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike."
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY Jeanine Hennis-Plasschaert di daxuyaniyê de got, "Em pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê dikin. Ev yek destpêkirina pêngaveke rêrast e."
Hennis-Plasschaert got, "Em hêvîdar in ev peyman wê rê li ber paşerojeke baştir veke." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di sala 2014 'an de DAIŞ'ê hovanetirîn sûc li ser êzidiyan pêk anî. Şingal bi rewşeke mezin a ewlehiyê re rûbirû ma. Piştî rûxandina DAIŞ'ê, ew kesên rizgar bûne nikariyan vegerin ser mal û milkên xwe. Ji ber nebûna xizmetgûzarî, aramî û çênekirina rêveberiyekê."
Di daxûyaniya li ser Twitterê hatiye dayîn de Hennis-Plasschaert dibêje, NY dê ji bo aramkirin û avadankirina Şingalê bibe piştevan.