Li rojavayê Kurdistanê 110 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 110 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî baş bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 110 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 110 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 8 kes li Hesekê, 1 kes li Til Temirê, 13 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrik, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 18 kes li Kobanî, 32 kes li Reqayê, 10 kes li Tebqayê, 13 kes li Minbicê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 17 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2314 kesan, ji wan 555 kes baş bûne û 77 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.