Rêveberiya Xweser lêborîna giştî derxist

Rêveberiya Xweser lêborîna giştî ji bo sûc û tawanên ku beriya 10ê Cotmeha 2020an pêk hatine, derkir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser lêborîna giştî ji bo sûc û tawanên ku beriya 10ê Cotmeha 2020an pêk hatine, derkir.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro di biryarnameyekê de, lêborîna giştî ji sûcdarên ku beriya 10`ê Cotmehê sûc pêk anîne, derkir.

Sûc û tawanên ku nakevin nava biryara lêborînê wiha ne:

1- Sûcên îxanet û ajantiyê.

2- Sûcên kuştina bi hinceta namûsê.

3- Sûcên bazirganiya madeyên hişbir.

4- Fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.

5- Sûcdarên ku ji dadweriyê reviyane, heger li herêmên Rêveberiya Xweser bin, divê di heyama 60 rojên piştî derketina vê biyrarê de xwe radest bikin û heger li derveyî herêmê bin, 90 roj molet li pêş wan heye.

6- Cezayên pereyan.

Ev biryar ji dîroka derketina wê ji aliyê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser ve derketiye, dike warê cibicîkirinê.