Wezareta Derve ya Urdunê pêşwazî li rêkeftina Şingalê dike

Wezareta Derve ya Urdunê pêşwazî li rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rêkeftina îdareya Şingalê kir.

Hewlêr (K24) - Wezareta Derve ya Urdunê pêşwazî li rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rêkeftina îdareya Şingalê kir.

Balyozê Urdunê Zeyfullah Fayîz îro li ser Twitterê ragihand: "Şanişîniya Urdunê bi rênimaya Cenabê Şah Ebdullahê Duyem, ligel Iraqê ye û piştgîriya hikûmeta Iraqê dike di hewlên wê yên ji bo derbaskirina tengasiyan û parastina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê û herwiha ji bo bidestxistina berjewendiyên gelê Iraqê ji bo pêşketinê."

Piştî bi mehan danûstandinên cidî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de duh ji bo asayîkirina rewşa Şengalê rêkeftinek hate îmzekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê ragihand ku "rêkeftin dê bibe alîkar ji bo vegerîna serbilindî ya penaberên Şingalê ku di destê terorîstên DAIŞê de rastî êş û azarên mezin hatine. Bêguman asayîkirina rewşa Şingalê dê li ser wê yekê roleke girîng bilîze ku xelkê deverê biryara çarenûsa xwe bidin".

Li gor rêkeftinê, Hewlêr û Bexda li hev kirine ku Şingal di warê rêveberî, ewlekarî û xizmetguzariyê de bi awayekî hevbeş were birêvebirin. Ev rêkeftin jî li gor gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê "destpêka pêkanîna madeya 140 a destûrê ye".