Şanogerên kurd ligel astengiyan xebatên xwe didomînin

Şanogerên kurd li gel hemû astengî û pirsgirêkan amadekariya leystikê bi kurdî dikin.

 

Diyarbekir (K24) - Şanogerê Kurd, li Diyarbekirê li gel hemû pirsgirêk û astengiyan hewl didin û amadekariyan dikin ku bi leystika Elîzabeth ya Daryo Fo xebatên şanoya bi Kurdî bidomînin. Hunermend û şanogerên ku piştî tayinkirina qayiman ji karên xwe hatine dûrxistin û derxistin jî, xebatên xwe yên hunerî didomînin.

Pandemiya Korona covîd-19, wek bandor li hemû aliyên civakê kiriye, li ser karên hüneri û hunermendan jî bandorên neyînî kiriye. Lê dildar û hunermendên şanoyê yên Şanoya Bajarê Amedê, radigihînin ku ew li gel astengiyên siyasî û pandemiyê hewla berdewamiya hunera bi Kurdî didin.

Leystikvanê Şanoyê Yavûz Akkûzû da zanîn ku hem pêkutiyên siyasî û hem rewşa pandemiyê li ser huner, ziman û çanda Kurdî bandorên neyînî kiriye, lê divê Kurd jî her tim hewla hilberîn û afrandinê bidin.

Şanogerê Şanoya Bajarê Amedê Yavûz Akkûzû ji K24ê re got: "Wek Kurdên li bakûr, Ji aliyê çandî-hunerî û ziman de em gelekî di tengasiyan de ne, mixabin. Yanî em çi bikin her astengî tên derxistin û heta tabelayan jî dadixînin. Lê em ji ber wan hemû hêncetan xwe ji kar û hewldanên xwe dûr naxin û wek hûn dibînin kostumên min li min amadekariyên karê xwe dikim. Leystik dê heta heyvekî derbikeve û her wekî berê emê her hefte bileyîzin û het aji destên me were jî emê turneyên xwe bikin. Yanî karê me berdewam e, belê astengî pir in lê mafê Kurdan tune ku rawestin."

Şanogeran ragihandin ku li Diyarbekirê heskiriyên şanoya Kurdî piştgriyeke gelek baş didin wan û ew jî wêrekiya xwe ji wê piştgiriyê distînin.

Berfîn Emektar jî da zanîn leystika ku ji bo despêkirina sezona îsal bijartine li ser jina ye û bêtir jî bi destên jinan tê amade kirin. Berfîn anî ziman ku demeke dirêj ji dikê û bîneran dûr mayîn bêrî kirin bi wan re peyda kiriye û li gel tevdîrên pandemiyê bi kelecan kar û amadekariyên xwe dimeşînin.

Şanogera Bajarê Amedê Berfîn Emektar dibêje: "Dora 8-9 meh in em derneketine ser dikê, ev rewş ji bo me bi rastî ciyê xembariyê ye.  Em nikarin leystik bileyîzin, bi temaşevanan re berhev werin û ji  aliyê saziyê ve jî ev rewş ji bo me pirsgirêkeke gelek mezin e ku emê çewa saziyê li ser piya bihêlin. Ev hemû pirsgirêkên ji bo me hemûyan."

Şanogeran bale kiişand ku bi qelsbûyîn û paşketina zimanê Kurdî ve, nivşên nû daxilî şanoyê nabin û ev jî ciyê fikarê ye. Loma jî ji bo berfireh bûna çand û hûnera bi Kurdî pêwistî bi zêdetir xebatan heye.