Kurdistan24 reşnivîsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şinglê belav dike

Kurdistan24 reşnivîsa rêkeftina duhî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derbarê vegerandina aramiyê û asankirina rewşa Şingalê belav dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 reşnivîsa rêkeftina duhî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derbarê vegerandina aramiyê û asankirina rewşa Şingalê belav dike.

Reşnivîsa rêkeftina ku îmzeya her yek ji Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Birîkarê Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Hemîd Reşîd Fileyh li ser e, hejmarek birge li xwe digire û xisteya çavdêrîkirina cibicîkirina rêkeftinê jî diyar dike.

Reşnivîsa rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê:

Ji bo dubare vegera ewlehî û aramiyê û asayîlkirina rewşa Şingalê û ji bo çareserkirina êş û azara xelkê Şingalê û wek amadekariyekê ji bo vegera koçberan û rêkxistina çarçoveya îdarî û ewlehiyê li wê qezayê, Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengî ligel Nûneratiya Netewên Yekgirtî ya ji bo weberhênana piştevaniya navdewletî ji bo çespandina aramiyê û avakirina, li ser xalên li jêr hat rêkeftin:

1- Tewera Îdarî:

a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.

b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.

2- Tewerê Ewlehî:

a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.

b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi riya tayînkirina 2500 kes di navaHêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.  

c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.

3- Tewerê Dubere Avedankirinê:

Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.

4- Ji bo şopandina xalên di Tewera Îdarî û Ewlehî de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdar ên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin.