Li Efrînê leşkerekî Tirk birîndar bû
Li Efrînê çekdarekî ser bi Tirkiyê ve hat kuştin, leşkerekî artêşa Tirkiyê jî birîndar bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê çekdarekî ser bi artêşa Tirkiyê ve hat kuştin, leşkerekî artêşa Tirkiyê jî birîndar bû.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê, li Efrînê otombîla çekdarekî opozîsyona Sûriyê hat topbarankirin û di encamê de ew çekdarek hate kuştin û leşkerekî artêşa Tirkiyê jî birîndar bû.
Li gor medyaya Tirkiye êriş ji aliyê şervanên YPGê ve hatiye kirin. Çekdarê kuştî û leşkerê birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, YPGê otombîla serkirdeyekî Firqeya El Hemzat li ser riya gundê Beradê mûşekbaran kir, di encamê de ew serkirde birîndar bû û çekdarekî din jî hat kuştin.