Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê dicivin

Sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bi Serokomara Iraqa Federalî Berhem Salih re bicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bi Serokomara Iraqa Federalî Berhem Salih re bicivin.

Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê (Serokê Herêmê, Seroka Parlemanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê) li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokomara Iraqa Federalî Berhem Salih re bicivin.

Civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê di demekê de ye, Iraq û navçe di şert û mercên hestiyar re derbas dibin û hevdem e bi danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ji bo gihîştina rêkeftinekê di derbarê hemû pirsgirêkan de.

Li gor zanyariyên K24ê, di civînê de rewşa siyasî, proseya hilbijartina pêşwext, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, pirsa rûbirûbûna vîrûsa Koronayê û metirsiyên wê li ser tendirustiya giştî tên guftûgokirin.