Herêma Kurdistanê.. Hejmara qurbaniyên Koronayê bi ser 2 hezar kesan ket

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 26 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de 26 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro li Zaxo di konferanseke rojnamevanî de dawî amarên pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê ragihandin.

Dr. Saman Berzincî ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de pêketina 720 kesan bi Koronayê hatiye tomarkirin. Herwiha 26 kesan jî canê xwe ji dest dane û 396 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Wezîrê Tendirustiyê tekez kir, ji bo dê vê werzê de hejmara pêketiyên Koronayê zêde nebin û rewş di bin kontrolê de be, divê welatî xwe biparêzin û maskan bikar bînin.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 56 hezar û 465 kesan. Herwiha hejmara kesên bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane jî gihîşt 2 hezar û 18 kesan.