Li Efrînê teqîn!

Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

Efrîn (K24) – Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand; li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê li nêzîkî navenda hêzên komando yên Tirkiyê teqînek çêbû.

Li ser ziyanên ku ji ber teqînê derketine holê, heta niha ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta niha, li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.