Şêxmûs Ehmed: Îro me 289 kes ji Kampa Holê derxistin
Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed ragihand ku îro ji Kampa Holê 289 kes hatin derxistin.
Hewlêr (K24) – Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed ragihand ku îro ji Kampa Holê 289 kes hatin derxistin.
Şêxmûs Ehmed ji bajarê Hesekê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.
Ehmed li ser kesên ku ji Kampa Holê têne derxistin diyar kir ku Kampa Holê ji malbatên çekdarên DAIŞê pêk tê, piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hat têkbirin, xelkê li kampê û kesên rûspî û şêxên eşîrên Ereb daxwaz kirin ji Rêveberiya Xweser ku xelk ji kampê derkevin û vegerin cih û warên xwe.
Şêxmûs Ehmed eşkere kir; kesên ku ji Kampa Holê têne derxistin, dê di bin berpirsyariya şêxên eşîrên Ereban de bin û got: “Eger têkiliyên van kesên ku em derdixin, an kesên ku ji derve û şaneyên razayî yên DAIŞê bixwazin xwe bigihînin vana jî, yekser dê bigihînin aliyên ewlekariyê û dest deynin ser wan şaneyan.”
Li ser hejmara kesên ku ji kampê hatine derxistin eşkere kir: “72 malbat, 289 kes îro me derxistin.”
Ehmed destnîşan kir ku li kampê her roj hewldanên revê hene û got: “Heta niha bi sedan hewldanên revê ji aliyê asayîşa kampê ve hatine pûçkirin. Mixabin saziyên mirovahiyê yên ku di nav kampê de dixebitin û saziyên navdewletî ne, ew jî vî karî dikin.”