Amarên nû yên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 2 mirin 71 pêketin
Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 2 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, li Hesekê mêrek û li Kobaniyê jinekê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî; 71 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên pêketinê wiha ne: 16 kes li Hesekê, 17 kes Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 10 kes li Amûdê, 9 kes li Girkê Legê, 5 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlan û 1 kes li Ti Koçer.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 11 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2517 kesan, ji wan 595 kes baş bûne û 86 kesan jî canê xwe ji dest dane.