HSD 22 teroristên DAIŞê li Heseke û Dêrazorê desteser dike
Hêzên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, 22 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Heseke û Dêrazorê desteser kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, 22 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Heseke û Dêrazorê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kir, hêzên wan bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî pêr 11 Cotmehê, operasyonên hevbeş li devera Zibyan a Dêrazorê û li devera Deşîşe ya Hesekê encam dan.
Diyar kir jî, di operasyonên hevbeş de 7 terorist li Zibyan û 15 terorist li Deşîşe desteser kirin. Herwiha hêzên wan dest danîn ser komek çek û çebilxaneyê.
HSD bi piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, demek e li gundewarê Heseke û Dêrazorê dest bi operasyonên leşkerî kirine.