Nêçîrvan Barzanî ligel berpirsên bilind ên Kuwêtê dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Kuwêtê. Biryar e zincîreyek ji civînan encam bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Kuwêtê. Biryar e zincîreyek ji civînan encam bide.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah bike, gihîşt Kuwêtê.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê di wê serdanê de hejmarek civîn ligel berpirsên bilind ên Kuwêtê bike. Bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kuwêtê, tewera sereke ya civînan dibe.