Serokê Herêma Kurdistanê ligel Mîrê Kuwêtê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li koşka El Beyan li Kuwêtê, ligel Mîrê Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Sbah civiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li koşka El Beyan li Kuwêtê, ligel Mîrê Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Sbah civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de, dubare bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li mîr, gel û hikûmeta Kuwêstê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo jidestdana xwedê jêrazî mîrê berê yê Kuwêtê derbirî.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li mîrê nû kir û hêviya serkeftinê ji wî û ji Kuwêtê re xwast. Ji aliyê xwe ve, Mîrê Kuwêtê jî spasiya hevsozî û sardana Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de, her du aliyan pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Kuwêtê guftûgo kirin û tekezî li girîngîpêdana di hemû waran de kirin. Nêvçîrvan Barzanî spasiya piştgîrî û hevkariya mirovî ya Kuwêtê ji Herêma Kurdistanê kir, bi taybet jî hevkariyên ji penaberê Sûrî û koçberên Iraqî li Herêma Kurdistanê. Herwiha spasiya rol û kar û çalakiyên Konsolxaneya Giştî ya Kuwêtê li Herêma Kurdistanê kir.
Guftûgokirina çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, aliyekî din ê civînê bû ku şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re jî amade bû.