Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên koronayê belav kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 900 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 900 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 900 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 317 kes li Hewlêrê, 334 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 22 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 429 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 104 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 250 kes li Duhokê û 13 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 56465

Mirin: 2018

Başbûn: 35276

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.