MSD: Amerîkayê ti car behsa damezrandina statuyeke Kurdî nekiriye
Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) Îlham Ehmed derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) Îlham Ehmed derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên derbarê doza Kurdî de got; heta niha, ti caran Amerîka behsa damezrandina statuyeke Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji wan re ne kiriye. Armanca xwe, tenê bi şerê terorê destnîşan kiriye.
Îlham Ehmed destnîşan kir: “We daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê doza Kurdî de dît ku gotibû Amerîka dixwaze doza Kurdî li herêmê biteqîne, ku ev yek dibe handanek ji Tirkiyê re ku êrîşî me bike. Her kes dizane ku ev tişt ne rast e.”
Ehmed eşkere kir: “Amerîka ti caran ji me re behsa avakirina hebûneke Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê nekiriye. Berevajî vê yekê, ji me re diyar dikin ku armanca wan a sereke şerê terorê ye.”
Îlham Ehmed ragihand, ti zalbûna Amerîka li ser wan nebûye, dema ku wan danûstandin ligel rejîma Sûriyê dikirin.
Bi gotina Îlham Ehmed, dibe Amerîka wan danûstandinan nexwaze, lê ew destwerdanê di karûbarên wan de nake.
Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê eşkere kir; di dema civînên ligel rejîma Sûriyê de, ji tevahiya pêkhateyên Sûrî digel şanda wan bûn û ji partiyên Kurdî jî, Partiya Pêşverû û El Wehde.