Wezîrê Tendirustiyê raportekê derbarê rewşa niha ya Koronayê belav dike
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî raportekê derbarê rewşa niha ya Koronayê û rêkar û stratejiya nû ya wezareta xwe belav bike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî raportekê derbarê rewşa niha ya Koronayê û rêkar û stratejiya nû ya wezareta xwe belav bike.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewîzî di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê raportekê derbarê rewşa niha ya Koronayê û dawî guhartin, rêkar û stratejiya nû ya giştî û ya ji bo dibistan û zanîngehan belav dike.
Ev di demekê de ye, îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê bi serperiştiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed dicive. Armanca sereke ya civînê, guftûgokirina rewşa tendirustî li Herêma Kurdistanê, belavbûna nexweşiya Koronayê û proseya xwendinê li dibistan, peymangeh û zanîngehên Herêma Kurdistanê ye.
Civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê û belavkirina raportekê ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê ve di demekê ye, di çend rojên bûrî de hejmara pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê zêde bûye. Ji ber wê hewl tên dayîn, rêkarên nû bên girtin.
Di wê çarçoveyê de, Duhî Komîteya Bilind a Operasyonên Rûbirûbûna Koronayê li Silêmaniyê biryar da, ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a Koronayê, danîna maskê li dezegh, bazar û cihên giştî bibe bi neçarî.
Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîştiye 57 hezar û 365 kesan. Ji wê hejmarê 2 hezar 40 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 705 kes baş bûne û 19 hezar û 620 kes jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.