Li gundê Pelkanê yê Kerkûkê cotkarên kurd rûbirûyî erebên hawirde bûn

Erebên Hawirde ji bo pîvana zeviyên cotkarên kurd, hatine gundê Pelkane ya Sergerana Kerkûkê û di navbera wan û cotkarên Kurd de rûbirûbûn derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebên Hawirde ji bo pîvana zeviyên cotkarên kurd, hatine gundê Pelkane ya Sergerana Kerkûkê û di navbera wan û cotkarên kurd de rûbirûbûn derket.

Erebên hawirde ligel tîmên rûpîvana zeviyan hatin gundê Pelkanê yê ser bi nahiya Sergeranê ve, ji bo zeviyan bipîvin û dagîr bikin. Lê cotkarên kurd rûbirûyî wan bûn û rê nedan zeviyên wan bêne dagîrkirin.

Peyamnêrê K24ê li gundê Pelkanê da zanîn, Erebên hawirde ji bo pîvana zeviyên gund îro hatin, lê cotkarên kurd rûbirûyî wan bûn. Niha jî hêzeke mezin a leşkerî di nava gundê Pelkanê de hatiye belavkirin. Cotkarên Kurd jî li ser zeviyên xwe yên ereb dixwazin wan dagîr bikin, mane.

Cotkarekî kurd ê gundê Pelkanê ji K24ê re got: “Ereb bi hevkariya Polîs û Rêveberiya Çandiniyê hatine. Dema Ereb xwastin zeviyên me dagîr bikin, me êrîşî wan kir û ew reviyan.”

Ev hewla dagîrkirina zeviyên Kurdan ji aliyê erebên hawirde di demekê de ye, Wezîrê Dadê yê Iraqê roja 23. 9. 2020an di nivîsekê de hemû biryarû girêbestên çandiniyê yê cotkarên ereb hilweşandin û daxwaz kir ku êdî kar bi wan biryaran neyin kirin, lê niha ew biryara Wezîrê Dadê li Kerkûkê neyê bicihkirin.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin.

Ji koma 42 gundên nahiya Sergeranê, metirsiya erebkirinê li ser 40 gundan heye. Cotkarên Kurd jî dibêjin, Pelkane yekem gund e, heger rê ji bo erebkirina wê hat dayîn, dê proseya erebkirinê berdewam bibe û gundên din jî dê bêne dagîrkirin.