Her çar deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedibin
Encûmena Bilind a Rûbirûbûna Koronayê çend biryar ji bo tundkirina rêkarên xweparêziya ji Koronayê dan. Li hemberê jî biryar da, deriyên fermî ji bo çûnûhatina welatiyan bên vekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Rûbirûbûna Koronayê çend biryar ji bo tundkirina rêkarên xweparêziya ji Koronayê dan. Li hemberê jî biryar da, deriyên fermî ji bo çûnûhatina welatiyan bên vekirin.
Ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê û guftûgokirina mîkanîzma nû ya rûbirûbûna Koronayê, îro Encûmena Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê civiya. Piştre her yek ji Berdevkê Hikûmetê, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezîrê Perwerde di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kirin.
Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ragihand, “Rêgirî li cure kombûnên civakî tê kirin û rêkarên rûbirûbûna Koronayê tên tundkirin… Di civînê de me tekezî li wê kir, divê sizayên bikarneanîna mask bê cibicîkirin ku pêştir biryar li ser wê hatibû dayîn.”
Her derbarê bikaranîna maskê ku yek ji rêkarên sereke ên rêgirtina li belavbûna Koronayê ye, Berdevkê Hikûmetê diyar kir, “Her kesek mask bikar neyîne, dê were sazdan. Piştre mîkanîzma sizadanê ji aliyê Wezareta Navxwe û parêzgeh an ve tên danîn.”
Derbarê xalên sînorî de, Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ragihand, “Her çar xalên sînorî: Başmax, Hacî Omeran, Perwîzxan û Îbrahîm Xelîl vedikin, bi mercê ku navenda pişknîn û çavdêriyê lê hebe.”
Herwiha got: “Welatiyên Kurdistanê dikarin serdanan Tirkiye û Îranê bikin.” Diyar kir jî: “Koçberên ku xelkê Îran û Tirkiyê ne jî, dikarin çûnûhatin bikin.”