Kovan Amedî: Em ji Swêdê daxwaz dikin piştgiriya Ann Linde bikin
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê daxwaz ji partî û rêxistinên din ên Swêdê dike ku li ser da daxuyaniya derbarê pirsa Kurdî de piştgiriya Wezîra Derve ya Swêdê bikin.
Hewlêr (K24) - Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Kovan Amedî daxwaz ji partî û rêxistinên din ên Swêdê dike ku li ser da daxuyaniya derbarê pirsa Kurdî de piştgiriya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde bikin.
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê di civîneke çapemeniyê de ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir. Linde eşkere kir ku binpêkirin û helmeta reşkirinê li dijî gelê Kurd li nav Tirkiyê jî, ew bi her awayî red dikin.
Kovan Amedî ji paytexta Swêdê bajarê Stokholmê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser daxuyaniya Ann Linde diyar kir: “Helwesta Ann Linde helwesteke gelek baş û pozîtîv bû derheqê pirsa Kurd û Kurdistanê de, herwisa pirsa binpêkirina mafên mirovî û demokrasiya li Tirkiyê, endîşeyên xwe anîn ziman.”
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Kovan Amedî eşkere kir: “Me daxuyaniyeke bilez belav kir û me piştgiriya xwe ji bo Ann Linde nîşan da û me destxweşî lê kir. Herwisa em daxwaz ji hemû partî û rêxistinên din ên Swêdê dikin ku pişgiriya Ann Linde bikin.”
Kovan Amedî diyar kir ku Ann Linde bi awayekî wêrek û eşkere, êrîşên Tirkiyê yên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “Em piştgiriya Ann Linde dikin û ew berî niha jî daxuyaniyên wiha dabûn. Çend meh berê, di siyaseta derve ya Swêdê de jî Ann Linde bi heman şêweyî, heman kêşeyan anîbû ziman.”
Li ser karvedanên gengeşeya navbera Wezîra Derve ya Swêdê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Kovan Amedî diyar kir: “Tirkiye heta niha çi kir, jê re ma. Welatên din gelek bêdeng man. Lê van çend mehên dawî ku em dibînin, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û niha jî Ann Linde bi eşkere û vekirî, ev kiryarên dewleta Tirkiyê mehkûm dikin û daxwaza çaksaziyê dikin ji bo demokrasî, mafên mirovatiyê û vekişandina leşkerên li rojavayê Kurdistanê.”