Amanc Rehîm: Cibicîkirina yasaya çaksaziyê pêngavên baş derbas kirine
Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser ewê yekê dike, reporta Encûmena Wezîran li ser wan gavên ku ji bo cîbicîkirina yasa çaksaziyê tên avêtin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser ewê yekê dike, reporta Encûmena Wezîran li ser wan gavên ku ji bo cîbicîkirina yasa çaksaziyê tên avêtin, dê bigihe Parlemanê ku hûrbînîyên bicihanîna yasayê jî lixwe digire. Herwiha destnîşan dike jî, gendelî dijminê sereke yê çaksaziyê ye û ji bo cibicîkirina yasayê jî pêngavên baş hatine avêtin.
Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ji K24 re got: "Yasaya çaksaziya ya hejmara 2 a sala 2020 a ji destpêka meha Tîrmehê ve ketiye warê cîbicîkirin. Ji wê demê ve komîteyeke bilind bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran û cîgir wî û wezîrên peywendîdar hatiye pêkanîn."
Got jî: “Di serdana xwe ya ji bo Parlemana Kurdistanê de, Serokwezîr ragihand, di heyama sê mehan de reportek li ser cîbicîkirina yasaya çaksaziyê hatiye amadekirin. Piştî kombûna Encûmena Wezîram jî ev report hatiye pesendkirin û dê roja Yekşema bê raportekê radestî Parlemana Kurdistanê bê kirin. Raport wan pêngavan lixwe digire ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di raportê de pêngavên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bicihanîna yasaya çaksazîyê de lixwe digire hene û tê de çend made û bend hene ku dibe di vê kabîneyê de bicih neyin, ji ber ku prosesa çaksaziyê berdewam e. lê belê gelek made û bendên di yasayê de bi temamî hatine cîbicîkirin û ji bo cibicîkirina tevahiya yasayê, pêwîstiya me bi hewlên zêdetir heye.”
Emanc Rehîm weha jî got: “Gendelî dijminê sereke yê çaksaziyê ye. Heger em rûbirû gendeliyê nebin û tenê kar li ser çaksaziyê bikin, em nikarin wî karî bi temamî bikin. Ji bo vê mebestê jî, Desteya Destpakiyê kar li ser vê babetê dike û rolek wê ya mezin li ser yasaya çaksaziyê heye. Herwiha Dozdarê Giştî û Dîwana Çavdêriya Darayî û beşdariya wan ya bi bandor dê di cibicîkirina yasaya çaksaziyê de hebe.”