Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara pêketina bi Koronayê tomar kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 974 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 974 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 974 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 322 kes li Hewlêrê, 183 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 93 kes li Raperîn, 320 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 10 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 376 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 59251 

Mirin: 2088 

Başbûn: 36275

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.