Li rojavayê Kurdistanê 107 kesên din bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 107 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî baş bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 107 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 107 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 21 kes li Hesekê, 1 kes li Til Temirê, 23 kes li Qamişlo, 29 kes li Dêrik, 11 kes li Girkê Legê, 5 kes li Amûdê, 3 kes li Reqayê, 3 kes li Cil Axa, 2 kes li Rimêlanê, 2 kes li Tirbespiyê, 2 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Kampa Holê, 4 kes li Dêrezorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 11 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2739 kesan, ji wan 620 kes baş bûne û 90 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.