Li rojavayê Kurdistanê 113 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 113 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 113 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 113 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 3 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 38 kes li Reqayê, 1 kes li Rimêlanê, 26 kes li Kobanî, 23 kes li Minbicê û 14 kes li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 3 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2852 kesan, ji wan 623 kes baş bûne û 93 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.