Tendirustiya Silêmaniyê: Rewş metirsîdar e
Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku rewşa niha ya Silêmaniyê ji aliyê pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) ve û mirina ji ber vê vîrûsê, metirsîdar e.
Silêmanî (K24) – Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku rewşa niha ya Silêmaniyê ji aliyê pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) ve û mirina ji ber vê vîrûsê, metirsîdar e. Niha 218 pêketiyên koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne û rewşa tenduristiya 40 kesan, ne baş e.
Yad Neqşebendî, Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di 24 demjimêrên borî de 9 kesan ji ber koronayê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane.”
Neqşebendî eşkere kir: “Rewş metirsîdar e û nexweşxaneyên me tijî nexweş in.”
Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê herwiha diyar kir: “Kesên ku niha bi koronayê dikevin, weke berê di çend rojan de ji nexweşxaneyê dernakevin, hinek nexweşên me hene ku 20 rojan heta mehekê li nexweşxaneyê dimînin û vê yekê jî wisa kiriye ku em nikarin hemû nexweşan werbigrin.”