Li Herêma Kurdistanê 23 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 23 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 23 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 723 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 156 kes li Hewlêrê, 149 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê, 365 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.
Herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperînê, 8 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 391 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 60906
Mirin: 2129
Başbûn: 37119
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.