Parlemana Kurdistanê şewitandina ala Kurdistanê û baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dike
Parlemana Kurdistanê derbarê şewitawdina ala Kurdistanê û baregeha Liqê PDKê li Bexdayê radigihîne, ligel li bi tundî wê êrîşê û şewitandina ala Kurdistanê şermezar dikin, daxwaz ji hikûmet û parlemana federalî dikin, encamder sizayên yasayî werbigirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlemana Kurdistanê derbarê şewitawdina ala Kurdistanê û baregeha Liqê PDKê li Bexdayê radigihîne, ligel li bi tundî wê êrîşê û şewitandina ala Kurdistanê şermezar dikin, daxwaz ji hikûmet û parlemana federalî dikin, encamder sizayên yasayî werbigirin.
Deqa daxuyaniya Parlemana Kurdistanê:
Îro 17.10.2020an, hêzeke deryasayî êrîş kir ser baregeha Liqê 5 ê PDKê ku xwedî mezintirîn firaksiyona parlemanî di Parlemana Kurdistanê de ye. Di dema êrîşê de jî, ala Kurdistanê ya pîroz hate şewitandin. Ligel şermezarkirina bi tundî ya wê êrîşê û şewitandina ala Kurdistanê ku sembola gelê Kurdistanê ye û di saya wê de gencên gelê me xwe ji bo azadî, demokrasî û serfirazî xwîna xwe kirine qurbanî, daxwaz ji hikûmet û parlemana federalî dikin, pêdaçûnê di vî karê neyasayî û yê dûr ji hemû urfekî siyasî û giyanê pêkvejiyanê de bike û encamderan bidin sizaya yasayî. Bihaneya êrîşkeran her çi bûbe, riyeke din a medenî, medyayî, siyasî û parlemanî hebû ji bo bersivdanê.
Parlemana Kurdistanê wek nûneretiya rewa ya tevahiya xelkê Kurdistanê, ji bilî dubare nîşandana dilgiraniya xwe ya zêde derbarê vê bûyera nexwastî, daxwazkar e ji hikûmeta federalî ku rê nede hêzeke serpêç û ji yasayê derketî, ziyanê bigihîne pêkvejiyan, binemayên destûra pirreng, fireh netewî, olî û mezhebî ya Iraqê.
Bilind û li ba be ala Kurdistanê.