Hikûmeta Herêmê: Her cure êrîş li ser sembolên Herêma Kurdistanê nayin qebûlkirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şewitandina ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermexar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şewitandina ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermexar dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê şewitandina ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha PDKê de belav kir û tê de hat, “Her cure êrîş û destdirêjiyekê ji aliyê kes û grûpan ve li ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên wê yên siyasî ne cihê qebûlkirinê ye.
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şewitandina ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermexar dike.
Her cure êrîş û destdirêjiyekê ji aliyê kes û grûpan ve li ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên wê yên siyasî ne cihê qebûlkirinê ye.
Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên pêwîst ji bo parastina baregehên partiyan û nûneratiya welatên biyanî li Bexdayê û her bajarekî din, ji êrîşa her grûpeke ji yasayê derketiye bigire ber xwe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê xwe dizane ku hemû rêkarêke yasayî û rêpêdayî ji bo parastina welatî û destkeftên xwe û rêzgirtina li ala Kurdistanê bê girtin.
Daxwaz ji Hikûmeta Federal dikin, rêkarên yasayî bigire ber xwe û êrîşkeran bigihîne sizayên xwe, ta ev cure kiryarên dizîwane dubare nebin.